“Nabe guhartina demografî li herêma ewle çê bibe”

Çalakvanên siyasî jî dibêjin ew naxwezin ezmûna Efrînê li rojhilatê Feratê dubare bibe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Avakirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê niha pirsa herî germ e. Serkirdeyekî ENKS dibêje ew seredana hemû welatên bihêz dikin ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê û guhertina demografî tê de çê nebe. Herwiha beşek ji çalakvanên siyasî jî dibêjin ew naxwezin ezmûna Efrînê li rojhilatê Feratê dubare bibe.