Rûsya helwêsta xwe ragehand derbarê pirsa Kurd li Sûriya

Nwênerê Rûsiyê di Civata Asayîşa Nêvdewletî de, Vasîlî Nîbînzîya ragehand, bê vegerana artêşa Sûriyayê bo deverên sinûra pirsa Kurd li Sûriya nahêt çareserkirin.

K24- Hewlêr

Nwênerê Rûsiyê di Civata Asayîşa Nêvdewletî de, Vasîlî Nîbînzîya ragehand, bê vegerana artêşa Sûriyayê bo deverên sinûra pirsa Kurd li Sûriya nahêt çareserkirin.

Duhî Civata Asayîşa nêvdewletî bo gengeşekirina kirîza Suriya civîya.

Di civînê de Vasîl Nîbînzya got: Sedema girjî yên bakura rojhelata Sûriyayê ezmûna endazyarîya cîyosîyaî ye ku kar bo duristkirina şer dike di navebera Kurd û Ereb de.

Got jî , bîrewernameya ji hev têgehêjtinê di navebra Rûsya û Trikiye de tekez li ser paraztina serwerîya axa Sûriya dike û nerînên cudaxwazîyê red kirîye.

Xuya jî kir, pirsa Kurd nahêt çareserkirin bê vegerana desthelata hikumeta Sûriya bo ser tevaya ax û sinûrên  wê.

Amaje kir jî, ku Rûsya heya dawîyê kar bo wê yekê dike hêzên serbazîyên bîyanî li ser axa Sûriya nemîne.