Andrew Peek: Bi hêvî me, Kabîneya Nû serkeftî dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka pîrozbahî li Mesrûr Barzanî dike.
Andrew Peek, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo karûbarên Îraq û Îranê di pêwendiyek telefonî de pîrozbahî li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê ji bo Kabîneya Nû a Hikûmetê xwest.
Cêgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka, herweha amaje bi giringiya berdewamiya alîkariyan ji bo Pêşmerge û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de kir.
C.B