Serok Barzanî: Dijmin me perçe perçe bike jî xwe naçemînin

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 33emîn salvegera karesata komelgeha Zêwe peyamek belav kir û tê de ragihand, tevî wê karesata mezin ku di wê rojê de bi ser miletê me de hat, lê ew rojeke girîng û pir bi wane bû di dîroka xweragirî û qurbanîdana gelê de me de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 33emîn salvegera karesata komelgeha Zêwe peyamek belav kir û tê de ragihand, tevî wê karesata mezin ku di wê rojê de bi ser miletê me de hat, lê ew rojeke girîng û pir bi wane bû di dîroka xweragirî û qurbanîdana gelê de me de.

Serok Barzanî rola jineke Kurd wek pend û wane di wê bûyerê de anî û di peymana xwe de got: “Karesata Zêwe waneyek ji me û dostên me re bû, qehremanek wek dayika Emîne ku ceger şewitî bû û perçeyên goştê zarokên xwe kom dikir, serbilindî di wê waneyê de ew e ku heger dijmin me perçe perçe bike jî, lê em ti carî xwe naçemînin û di ferhenga xebata gelê Kurdistanê de xweradestkirin nîn e.”

Di peyama Serok Barzanî de hat, “Di 9ê Hezîrana 1985an de rêjma Beis bi gelek hovîtî komelgeha koçberan a Zêwe bombebaran kir û hejmarek mezin ji jin, zarok û xelkê bêtewan şehîd û birîndar bûn.

Tevî wê karesata mezin ku di wê rojê de bi ser miletê me de hat, lê ew rojeke girîng û pir bi wane bû di dîroka xweragirî û qurbanîdana gelê de me de.

Karesata Zêwe Karesata Zêwe waneyek ji me û dostên me re bû, qehremanek wek dayika Emîne ku ceger şewitî bû û perçeyên goştê zarokên xwe kom dikir, serbilindî di wê waneyê de ew e ku heger dijmin me perçe perçe bike jî, lê em ti carî xwe naçemînin û di ferhenga xebata gelê Kurdistanê de xweradestkirin nîn e. Ew riya azadîxwaza miletekî mezlûm e, azadî bacê divê û divê qurmabiyê bidin û bêhêvî nebin û berdewam bin û xweradest nekin.

Karesata Zêwe wane bû ji dijmin re, ku çendî zalim û dirinde be, lê nikarin vîna gelê me bişkîne û ew serkeftina rasteqîne ya miletê me bi ser dijminê bêwîjdan e.

Di bîranîna wê karesatê de perçeyên goşt û laşên pîroz ên zarokê Zêwe, ti carî ji bîr nakin û çirayê xebat û têkoşîna me ne.

Silav li şehîdên Zêwe û şehîdên riya azadiyê, silav ji xweragirî û qehremantiya dayika Emîne û hemû malbat û dayikên şehîdên Kurdistanê.”

 

S. B