Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Brîtanya rola erênî bigire

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes û şanda pê re pêşhatên navçê û pêngavên pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşveçûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinê de, pirsgirêk û aloziyên Kerkûk û Şingalê, hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê di şerê li dijî teroristên DAIŞê de hatin guftûgokirin. Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê û hêvî xwast di pêşerojeke nêzîk de ew guftûgo bigihin encaman. Herwiha bi pêwîstî zanî ku di vê warî de roleke Brîtanya ya erênî hebe ku di berjewendiya çareseriyan de be.

Ji aliyê xwe ve, Baloyzê Brîtanyayê xweşhaliya xwe li hember pêşketinên Herêma Kurdistanê û berdewamiya guftûgoyên Bexda û Hewlêrê derbirî. Piştgîriya welatê xwe ji bo pêşketina pêwendiyan û hevkariya Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da û hêviya serkeftinê di serokatîkirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji Mesrûr Barzanî re xwast.

Di hevdîtinê de, Konsolê Brîtanya li Hewlêrê Martyn Warr kir jî amade bû.

S. B