Rewangeh: Hevpeymanan karwaneke Sûrî bombebaran kir

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke leşkerî ya hêzên rêjîma Sûriyê li Reqayê bombebaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke leşkerî ya hêzên rêjîma Sûriyê li Reqayê bombebaran kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, karwana leşkerî ku berê wê ber bi Tebqayê bû, li navçeya Resafê ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve hat bombebarankirin.

Rewangehê ti zanyarî derbarê ziyanên ji encama wê bombebaranê belav nekir.  

Ev piştî wê yekê tê, duhî hat ragihandin ku bi serperiştiya Rûsyayê rêkeftin di navbera HSD û rêjîma Sûriyê de hatiye kirin, li gorî wê rêkeftinê artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re belav dibe.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka duhî ragehand, bi biryara Serokê Amerîka Donald Trump, hêzên Amerîka bi temamî ji Sûriyê dê vekişin û di zûtirîn dem de jî vê karî dikin.

 

S. B