Girtiyên Amerikî li Tirkiye yek û yek tên serbest berdan

Beriya hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan û Serokê Amerika Donald Trump karmendê konsolosxaneya Amerika Mete Canturk hat serbest berdan

K24 – Navenda Nûçeyan

Beriya hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan  û Serokê Amerika Donald Trump karmendê konsolosxaneya  Amerika Mete Canturk hat serbest berdan.

Mete Canturk karmendek konsolosxaneya  Amerika yê Tirkiyê ye û bi tometa endambûyina Rexistina Gulen ve, dihat tewanbar kirin.

Cantûrk, li ser daxwaza Amerîka ji zîndanê hatibû berdan, lê wekî girtiyê male bû.

Herwiha, çûna wî ya derveyî welat jî, hatibû qedexe kirin.

Ligor nûçeya Reutersê: Mete Canturk beriya hevdîtina Erdogan a G20 an li Japonyayê, bi heceta tenduristiya wî xerab e, hate serbest berdan.

Li Tirkiyê Karmendê NASA Serkan Golge jî, beriya hefteyekê ji zîndanê hatibû berdan.

 

 

 

C.B