Ûmêd Sebah: Danûstana Hewlêr û Bexdayê gehitîye encnamekê gelek baş

Ûmêd Sebah, serokê dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand, di danûstanên Hewlêrê li gel Bexdayê, bi çavdêrî û serperiştîya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê gehiştîne encameka gelek baş.

K24- Hewlêr

Ûmêd Sebah, serokê dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand, di danûstanên Hewlêrê li gel Bexdayê, bi çavdêrî û serperiştîya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê gehiştîne encameka gelek baş.

Got jî: serokê hikumeta Herêma Kurdistanê tekez li ser avedankirina deverên Kurdistanî yên deveya rêveberî ya Herêmê  kirîye.

 Her di wê çarçoveyê de, biryare sube Perlemana Kurdistanê deng li ser pirojeyasa ya çaksazî bide.

Di vî warî de, Ûmêd Sebah got: Li gel Perlemanaê derbarê dûbaare darijtina têbînîyan rêkevtîne û armanca pirojeyasayê jî gehiştine bi dadperwerîyê û bawerîyê ye û hikumet dixwaze ew dahata bi dest wê dikev bi wekhevî dabeş bike li ser kertên cuda.