Li Wanê, Jênosîd a Helebceyê Hat bîranîn

16 û 17 Adara 1988'an jenosîda Helepçeyê ku wek berdewamiya komkujî û jenosîda li ser Kurdan ya Enfalê ye, li Wanê jî ji aliyê partiyên siyasî û saziyên sivîl û civakî ve hat bibîranîn. Konfederasyona Sendiqayên Karmendên civakî KESK'ê û saziyên sivîl bi pêxistina mûmikan, danîna qirnefîlan û lidarxistina panelekî cangoriyan bibîranîn û kiryarên wê û bêdengiya dewletên cîhanê şermezar kirin.

K24- Wan

16 û 17 Adara 1988'an jenosîda Helepçeyê ku wek berdewamiya komkujî û jenosîda li ser Kurdan ya Enfalê ye, li Wanê jî ji aliyê partiyên siyasî û saziyên sivîl û civakî ve hat bibîranîn. Konfederasyona Sendiqayên Karmendên civakî KESK'ê û saziyên sivîl bi pêxistina mûmikan, danîna qirnefîlan û lidarxistina panelekî cangoriyan bibîranîn û kiryarên wê û bêdengiya dewletên cîhanê şermezar kirin.

Panelîstê panelê, nivîskarê lêkolîner Qahir Bateyî ragihand ku divê Kurd neyarê xwe baş nas bikin. Bateyî balê dikşîne ku misilman behsa biratiyê ji bo Kurdan dikin, lê yên ku welatê Kurdan dagir kirine jî û yên ku qetliam û komkujiyan li hember Kurdan dikin jî dîsa misilman in ku li Helepçeyê Kurdan bi ayetekî jixwere dikin ganîmet. Loma jî divê Kurd, destpêka komkujî û qetliamên ku hatine kirin mikur bibin û dîroka xwe baş fêr bibin.

 Qahir Bateyî (Nivîskarê Lêkolîner) got: "Derba ewil ku li ser dile Kurdan ketiye û Kurd ji ser hişê xwe biriye, heta ku wê derbeyê nebîne û nevegere serî, xilasî tune ye. Her dê nav biguhure, cevhera jenosîda li ser Kuardan dikin naguhure. Îro jî jenosîdên ku li ser Kurdistanê li hember Kurdan pêktên ji Helepçeyê gelek ne cuda ne."

 Rewşembîr û siyasetmedarên Kurd balê dikşînin ku dive boçûn û baweriyên cuda di nav Kurdan de hebin, lê pêwistî bi yekhelwestiyeke neteweyî heye û bi vê nirxê jî hevgirtin û yekîtiya Kurdan heye, da ku ev qarasat her dubare nebin.

 Endamê Meclîsa Rêvebiriya Navendî yê Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê Husamettîn Acar jî ji bo Kurdistan24'ê ragihand ku Kurd, dîroka xwe baş nizanin û jêder û fêfberiyên pêwist jêdernaxin; loma jî neyarên Kurdan jî her carê bi awayekî qetlîam û komkujiya Kurdan dikin. Acar jî balê kişand ku 4 dewletên ku Kurdistan dagirkirine îro jî bi hevkarî her carê li ciyekî û lê bi heman mebestî Kurdan qetil dikin.

Husametîn Acar ( Rêvebirê PAK'ê) got:"Ev ne tenê jenosîdeke ku bi destê Sadamê dîktator û faşist pêkhatiye û derbas buye, ev jenosîd birînên kûr di wijdana mirovahiyê de jî peyda kiriye. Ji ber ku di wê jenosîdê de, ne Yekîtiya Sofyetan, ne Japonya û Çînê, ne jî Yekîtiya Ewrûpayê û Emeriqayê dengên xwe derxistin û bêdeng man.

 Beriya ku panela bibîranîn û agahdariyên li ser Helepçeyê destpê bike, bi sînevîzyonekî ku hem dermirovahiya ku li Helepçeyê li hember Kurdan pêkhatiye, hem jî rûreşiya Cihanê ku li hember vê qarasata dermirovî bêdeng maye hat pênîşandan.