Efrîn.. Grûpên çekdar zeviyên Kurdan ji xwe diçînin

Grûpên çekdar ên li Efrînê ji bilî destdanîn û çinîna bi sed hezaran darên zeytûnê û birina berhema wê, dest datînin ser bi deh hezaran Hiktar zeviyên Kurdan û genim diçînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê ji bilî destdanîn û çinîna bi sed hezaran darên zeytûnê û birina berhema wê, dest datînin ser bi deh hezaran Hiktar zeviyên Kurdan û genim diçînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li navçeya Raco grûpa Ebû Nûr a ser bi Ehrar Şerqiyê ve destê xwe danî ser 3 hezar darên zeytûnê yên welatiyên gundên Memila yên xwediyên wan bi neçarî koçber bûne û ew dar çinîn û berhemên wê ji xwe birin û piştî çinînê jî ajotin, ta ku sala bê jî wan daran ji xwe biçinin.

Herwiha ragihand, heman grûpê destê xwe danî ser zêdetir ji 10 hezar Hiktar zeviyên gundên Şediya û Sorkê yên navçeya Raco û ji xwe re genim lê çand.

Dîsa heman grûpa Ebû Nûr rê da şivanên biyan ên ji derveyî Efrînê  ku zêdetir ji 2 hezar seriyên pez bînin di nava zeviyên gundê Şêx Bila biçêrin û li hember her seriyek pez jî hezar û 500 Lîreya Sûrî wergirt. Herwiha destê xwe danî ser zeviyên gund yên xwediyên wan koçber bûne ji xwe re diçînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê diyar kir jî, li rojavayê navçeya Raco jî çekdarên Feyleq El-Şamê darên berû û sîgdanê yên temenê wan digihe ta 500 salan dibire û difiroşe.

Berî çend rojan Rojnameya “The  Telegraph” a Brîtanî di raportekê de belav kir, Parlemanterê Siwêsrî Bernhard Guhl Hikûmeta Tirkiyê tometbar kir ku zeyta zeytûnan ji Sûriyê didize û li bazara Yekîtiya Ewropayê difiroşe û bi buhaya wê zeytê mîlîşyayên çekdar ên Sûrî yên di bin siya Enqerê de ne biçek dike.

Wî parlemanterê Siwîsrî got: “Hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve zeyta Efrînê ya ku dagîr kirine didize û wê zeytê difiroşe Ispanyayê. Tê pêşbînîkirin proseya dizîna zeytê berdewam bike û ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê jî bê firotan.”

 

S. B