Emerîka û Tirkiyê li ser agirbestê li Suriyê gihane rêkkevtinê

Emerîka û Tirkiyê li ser agirbestê gihane rêkkevtinê û pêwîste di dema 120 demjimêran de devera aram bicî bihêlin.

K24- Hewlêr

Emerîka û Tirkiyê li ser agirbestê gihane rêkkevtinê û pêwîste di dema 120 demjimêran de devera aram bicî bihêlin.

Piştî pênc demjimêran ji kombûnê, Emerîka û Tirkiyê li ser agirbestê li Suriyê rêkkevtin û YPG ji Sinûrên Tirkiyê xwe ve dikişîne.

Mayik Pêns, cêgirê serokê Emerîkayê di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, Emerîka û Tirkiye li ser agirbestê li Suriyê rêkkevtin û agirbest jî di dema 120 demjimêran dihêt bi cihkirin.

Pêns aşkera jî kir, Tirkiya rêkkevtîye ku ti operasyonên serbazî encam nede û Emerîka û Tirkiye pabendî şerê Daişê dibin.

Cêgirê serokê Emerîkayê got jî , YPG  bi dirêjahî ya 32 Km ji Sinûrê Tirkiyê dê xwe vekişe.