Rûsya: Liser daxwaz û zanyariyên Tirkiye dayî, me êrîşî El Nusra kir

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê bi daxûyaniyekê ragihand, ku: “Hêzên asîmanî yên Rûsyayê, di çarçoveya zanyariyên, ku Tirkiye dayî de çar êrîşên asîmanî pêkanîn...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê bi daxûyaniyekê ragihand, ku: “Hêzên asîmanî yên Rûsyayê, di çarçoveya zanyariyên, ku Tirkiye dayî de çar êrîşên asîmanî pêkanîn. Di encama van êrîşan de çekdarên, ku êrîşî xala çavnêriyê ya Tirkiye kirin e, hatin têkbirin”.

Herweha di daxûyaniyê de hate diyarkirin, ku El Nusra ş hevalbendên wê, biser ku agirbest heye, êrîşî xala çavdêrî ya Tirkiye kirin.

Vê sibehê li derdora Idlibê xalek çavdêriyê ya Tirkiye hatibû armackirin û 3 serbazên Tirkiye hatibûn brîndar kirin. Wezareta derve ya Tirkiye diyarkiribû, ev êrîş ji alî deverên di jêr kontrola rejîma Sûriye de pêkhatin e. Lê, Rûsya diyarkir, ku El Nusra kiriye û liser zanyarî û daxwazên Tirkiye êrîşî Nusra kiriye.

 

 

C.B