Rûsya: Em amade ne firokeyên Su-35 bifroşin Tirkiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî aloziya di navbeyna Amerika-NATO ligel Tirkiye bi egera kirîna mûşekên S400 ên Rûsî û derxistina Tirkiye ji bernameya firokeyên F35, Rûsya yekser destê hevaltiyê dirêjî Tirkiye kir.
Serokê kompanya Rostec a Rûsyayê Sergey Çamezov ragihand, liser fermana Moskow amade ne yekser firotina firokeyên şerî Su-35 ligel Tirkiye giftûgo bikin.
Di medya Tirkiye de jî, çendîn pisporên Tirk Su-35 wekî baştirîn alternatîf a firokeyên şerî binav dikin, ku ev firoke dikarin di parastina esmanî de rolek girîng hebin.
C.B