9 rêxistinên yasayî: NY çavê xwe ji tawan li Efrînê dibin digire

9 rêxistinên mirovî û yasayî rexne li raporta Netewên Yekgirtî ya derbarê Efrînê de digirin û didin zanîn, divê Netewên Yekgirtî Tirkiyê jî bi encamdana tawanên çengê tawanbar bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

9 rêxistinên mirovî û yasayî rexne li raporta Netewên Yekgirtî ya derbarê Efrînê de digirin û didin zanîn, divê Netewên Yekgirtî Tirkiyê jî bi encamdana tawanên çengê tawanbar bike.

Roja 11. 09. 2019an Komîta Lêkolînê ya Netewên Yekgirtî raportek derbarê rewşa mirovî û binpêkirinên li Sûriyê bi giştî û Efrîn jî di nav de derkirbû, 9 rêxistinên mirovî û yasayî yên Sûrî rexne li wê raportê kirin û diyar kirin ku gelek nakokî di raportê de hene û Netewên Yekgirtî tawan û binpêkirinên mirovî yên li Efrînê dibin, bi navê wan a rast binav nake.

Ew rêxistinên mirovî û yasayî yên Sûrî derbarê tawan û binpêkirinên li Efrînê dibin di raportekê da û diyar kir, raporta Netewên tawanên li piraniya herêmên Sûriyê dibin bi tawanên cengê binav dike, lê wê çavên xwe ji kiryarên artêşa Hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar yên li Efrînê dikin girtiye. Pêwîst bû ew tawan jî bi tawanên cengê bihatana binavkirin.

Ew 9 rêxistin amaje bi wê yekê dikin, Netewên Yekgirtî di raporta xwe de di bendekê de dibêje kontrola Tirkiyê ya temam li ser Efrînê nîn e, lê di bendeke din jî diyar kiriye, desthilatdarên Tirkiyê bi hemû movikên îdarî û cibicîkar kontrol dike û dadweran destnîşan dike û polîsa sivîl perwerde dike. Ev jî nakokiyek di raportê de ye.

Di beşeke din de ew 9 rêxistin dibêjin, Netewên Yekgirtî çavê xwe li pêş guhartina demografî ya Tirkiye û grûpên çekdar li Efrînê dikin girtiye û rêjeya erebkirina Efrînê gihîştiye 75 ji sedî.

Amaje bi wê jî dikin, pêwîst e Netewên Yekgirtî behsa rewşa zehmet ya koçber û derbiderên Efrînê yên li navçeyên Şehbayê dimînin bikira, ku hejmara wan digihe 200 hezar kesî û rêxistinên mirovî û hawarhatinê nagihin wan.

Ew 9 rêxistinên yasayî û mirovî tekez dikin, di hevdîtinên wan ên bi Komîta Lêkolînê ya Netewên Yekgirtî re, wan bi dehan dosyeyên bi wêne û vîdyo û daxuyaniyên serkirdeyên dagîrkeriya Tirkiyê belgekirî pêşkêşî wê komîtê kirine.

Rêxistinên yasayî û mirovî yên rexne li raporta Komîta Lêkolînê ya Netewên Yekgirtî digirin, Ev in:

Desteya Yasayî ya Kurdî

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan

Komela Bervaniya li Gelên Bin Gefê de – Almanya

Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê – MAF

Nevenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê

Dezgeha Êzdîna ya Çavdêrîkirina Binpêkirinan

Komîta Mafên Mirovan li Sûriyê – MAF

Komela Berevaniya li Mafên Mirovan li Nemsayê

Komela Hêvî ya Kurdî  

 

S. B