Jan Dost: Referandûm xewna gelê Kurd e û ji sedan salan ve xebat bo wê kiriye

Romanivîsê Kurd Jan Dost derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de dibêje, referandûm daxwaza gelê Kurd e ku ji sedan salan ve xebat bo azadî û serxwebûnê dike û çaverêyî rojeke dîrokî ya bi vî awayî ye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Romanivîsê Kurd Jan Dost derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de dibêje, referandûm daxwaza gelê Kurd e ku ji sedan salan ve xebat bo azadî û serxwebûnê dike û çaverêyî rojeke dîrokî ya bi vî awayî ye.

Jan Dost ji K24ê re got: “Her Kurdek ji Ciwanro û ta Efrînê di dilê wî xwena welatekî azad û Kurdistaneke serbixwe heye. Ew kesên li hemberê wê ne jî, di bin bandora tiştine nebaş de ne.”

Jan Dost got jî: “En ne tenê xena me ye, lê ev xewna bav û kalên me bûn jî, ku ji bo azadî û serxwebûnê xwîn rijandin. Di roja referandûmê de jî xewna wan cibicî dibe.”

Jan Dost amaje bi proseya dengdana di referandûmê de kir û got: “Ji ber pirsa demokratiyê, her kesek dikare li gor dilê xwe dengê xwe bide, lê dayîna dengê Belê erkeke netewî ye. Wek çawa ferz di olan de heye, ev dengê Belê jî ferzeke netewî ye.”