Sûriye û Rûsya tometên teqînan li HSD û Amerika dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikumeta Sûriyê û Rûsya, Amerîka û HSD bi encamdana teqînên terorî tohmetbar dike.
Di daxûyaniyekê hevbeş de navendên vebera Penaberan ya Rûsya û Sûriyê, hate ragihandin, Amerîka krîzeke sûtemeniyê li Sûriyê bi armanca fetisandina aboriya Sûriyê çêkiriye, ku Petrola Sûriyê li rojhilatê Feratê di dize û kar ji bo alîkarîkirina grûbên ne rewa dike û encamdan a teqînên terorî bikar tîne, da ku aramiya Sûriyê têk bide û proseya dûbare avakirina wê rawestîn e.
Di derbarê Kampa Holê, her du navendên navborî eşkere kirin, rewşa wê kampê ji rewşa kampa Rukban xirabtir e, ku ji bilî nebûna derman û xizmetguzariyan, Amerîka nahêle ew aware hatinûçûnê bikin û kaxezên wan yên fermî ji wan standin e.
C.B