Parlementer daxwaza rakirina xala gumrik a Kerkûk-Hewlêrê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
45 Perlemanterên Iraqê daxwaza rakirina xala gumrikê ya di navbeyna Kerkûk û Hewlêrê de dikin.
45 Parlemanterên Iraqê di yadaştekê de ku îmze kirin e û wêneyek jê bi dest Kurdistan 24 ketiye, daxwaz ji Desteya Serokatiya Parlemana Iraqê dikin, ku xala gumrikê ya di navbeyna Kerkûk û Hewlêrê de bê rakirin.
Ew perlemanter daxwaz dikin ku, ew xal bargiraniyê ji bo welatiyan peyda dike û bê ti sedemek, bac ji xelkê tê standin û ev yek jî, karekî xerab e li ser jiyana xelkê, yên ku di wê xalê de derbas dibin. Tekez dikin ku, di rûyê yasayî de, divê tenê gumrik li dergehên Iraqê bên dan.
C.B