Hewla rakirina parêzbendiya 10 parlemanterên HDPê tê dayîn

Dozgerên Komarê yên Tirkiyê, ji bo rakirina parêzbendiya 10 parlemanteran, 21 daxwaznameyên nû şandin Parlamena Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dozgerên Komarê yên Tirkiyê, ji bo rakirina parêzbendiya 10 parlemanteran, 21 daxwaznameyên nû şandin Parlamena Tirkiyê.

Serdozgeriyên Komarê yên Tirkiyê, ji bo rakirina parêzbendiyên 8 parlamenterên HDPê, 18 daxwaznameyên nû şandin Parlemanê. Li gor agahiyan, derbarê parlemanterê Rihayê Omer Ocalan de 10 daxwaznameyên rakirina parêzbendiyê hene.

Her weha careke din jî ji bo Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temelî jî daxwaza rakirina parêzbendiyê tê kirin.

Roja 5'ê vê mehê jî, ji bo rakirina parêzbendiya Parlemanterê HDPê Omer Ocalan şeş daxwazname bo Parlemana Tirkiyê hatibûn şandin.

Heta niha, ji bo rakirina parêzbendiya Parlemanterên HDPê, zêdetir ji 600 daxwazname bo Parlemana Tirkiyê hatine şandin.

 

S. B