Rûsya 8 zarokên DAIŞê ji Sûriyê birin

Rûsya 8 zarokên çekdarên DAIŞê yên bi regeza Rûsî ne, ji zîndanên Sûriyê vegerandin Rûsyayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya 8 zarokên çekdarên DAIŞê yên bi regeza Rûsî ne, ji zîndanên Sûriyê vegerandin Rûsyayê.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, heta niha 8 zarokên DAIŞê ji zîndanên Şamê bo Rûsyayê hatin vegerandin û taqîkirina “DNA” ji bo 100 zarokên din tê kirin.

Diyar kir jî, Wezareta Derve yê Rûsyayê kar dike, ji bo hejmara zarokên Rûsî yên di kampa Holê de bizane.

Da zanîn jî, nûnerên tîma Rûsî rojên 3 – 6ê vê mehê serdana kampa Holê kirin û pêwendî bi nûnerên HSDê yên kontrola kampa Holê dikin re kirin.

Wezareta Derve yê Rûsyayê diyar kir jî, kar ji bo vegerandina 122 zarokên Rûsî ji Iraqê dike.

 

S. B