Kirêmlîn pesn a Erdogan dide, ku li hember fişarên Amerîka berxwe dide
K24- Hewlêr
Kirêmlîn pesnê Serokomarê Tirkiyê dide ku, hember fişarên Amerîka berxwe dide û di kirîna sîstema S-400 de bibiryar e.
Peyvdarê Krêmlînê Dmitriy Peskov, di beşdariya bernameyke televîzyoneke Rûsyayê de da xuyakirin, Amerîka fişarên bêmînak li Erdogan dike ku, dest ji kirîna sîstema S-400 berde.
Da zanîn, li gor yasayan piraniya welatan serbixwe ne, lê pir kêm welat hember zextan dikarin serbixwe tevbigerin ku Rûsya û Tirkiye ji wan du welat in.
Peskov got, ew biryarbûna Erdogan bi kêfxweşî pêşwazî dikin û da xuyakirin, helwesteke weha rê dide pêwendiyên azad û danustandinen serkeftî.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dabû xuyakirin, rêkeftina S-400 temam bûye û dibe ku beriya Tîrmehê jî werin radestkirin.