Saziyên Lêkolînê: Partiya Davutoglu dikare bibe alternatîf

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu amadekariyan dike partiyeke nû ava bike û avakirina partiye jî ji Diyarbekirê ragihîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu amadekariyan dike partiyeke nû ava bike û avakirina partiye jî ji Diyarbekirê ragihîne. Derbarê vê yekê de saziyên lêkolînê amaje dikin dibe ku Kurdên ji polîtîkayên Ak Partî û HDP aciz bûne nêzîkî partiya Davutoglu bibin.

Tê îddakirin ku Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu amadekariya avakirina partiyeke nû dike ku partiya dê were avakirin jî li Diyarbekirê bo raya giştî were ragihandin. Ahmet Davûtoglu di demên dawiyê de rexenyan li polîtîkayên Ak Partiyê digire û ev yek jî îddayên avakirina partiyeke nû xurttir dike. Derbarê îddayan de saziyên lêkolînê jî amaje dikin ku zemîna siyaseta Tirkiyeyê bo partiyeke nû niha guncav e. Rêveberê Saziya Navenda Polîtîkayan a Enqereyê Nevzat Bîngol dide zanîn ku dê di demeke nêz de Davûtoglû li Diyarbekirê partiya xwe ragihîne.

Nevzat Bîngol ji K24ê re got: "Piştî 2 hefteyan Ahmet Davutoglu dê derbikeve geştekê û dê di beşa yekem a geştê de serdana Meletî û Elezîzê bike û paşê jî dê serdana Diyarbekir û Ruhayê bike. Di serdana xwe ya Diyarbekir de dê Davûtoglû partiya xwe ya nû ragihîne. Dê partiya Davutoglu de ji herêmê akademisyen û rûsipî jî hebin. Di destpêkê de dê Abdûllah Gul û Alî Babacan di partiye de cih negirin û piştî hilbijartina Stenbolê dê helwesta wan diyar bibe."

Derbarê egerên bandora partiya nû ya Davutoglu li ser Kurdan de jî lêkolîner amaje dikin kul i Bakurê Kurdistanê bo partiyeke nû konjonktureke guncav heye. Gerînendeyê Saziya lêkolînê RAWESTê Roj Esîr Gîrasûn dibe partiya Davûtoglu dikare bibe alternatîfa HDP û Ak Partiyê.

Roj Esîr Gîrasûn dibêje: "Beşek ji hilbijêrên Ak Partiyê jî û yên HDP bi dilgermî dengên xwe nadin partiyên xwe. Ji neçarî dengên xwe an didin HDPê an didin Ak Partiyê. Bi ya min partiyeke nû dikare ji bo van hilbijêran bibe alternatif."

Ahmet Davûtoglû dawîn serokwezîrê hatî hilbijartin ê Tirkiyeyê ye û piştî ku postê serokwezîrtiyê jî jê hat standin ji polîtîkayên Ak Partiyê dûr ket û heta bi daxuyaniyan li ser polîtîkayên Ak Partiyê rexneyên xwe ji raya giştî re belav kir. Davutoglû di dema pêvajoya çareseriyê de jî û di dema şerên xendeqan de jî Serokwezîrtiya Tirkiyeyê kirî ye.