Rêje ya bêkarîyê li Turkyayê her zêde dibe

Sazîya Serjimêryarîya Tirkiyê, amara bêkariya Tirkiyê ya sala 2018-2019 an eşkere kir û li Tirkiyê zêdeyî 3 Milyon û Nîv Mirov bêkarin.

K24- Hewlêr

Sazîya Serjimêryarîya Tirkiyê, amara bêkariya Tirkiyê ya sala 2018-2019 an eşkere kir û li Tirkiyê zêdeyî 3 Milyon û Nîv Mirov bêkarin.

 

Li gorî daxuyaniya amara serjimêryariya bêkariyê, li Tirkiyê bekarî di sala 2019 - 83 Hezar kes zêde bûne û di heman demê de, ev dibe rêjeya  11 %.

Li Gorî Amarê, taybet bêkarî di çandiniyê de pêl daye ku ew jî, bes îsal 549 Hezar kes bêkar mane. 

Saziya Serjimêryariya Tirkiyê diyar dike: Li gorî salên bûrî, beşdariya Jinê jibo kar 13% kêm kiriye.

Li Gorî Amarê, tesira bêkariyê herî gelek li bajarên Bakurê Kurdistanê Mardin, Batman, Şırnak, Siirt heye ku ev jî, rêjeya 25 %ye. 

Saziyê bang li hikûmeta Tirkiyê dike, dakû hişyarbe û tebirên pêwist wergire.