Şam: Tirkiyê şûnwarên Efrînê têk dane

Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê bang li rêxistinên navdewletî, kesayetî û akademiyên cîhanê yên girîngiyê didin çanda gelan û şaristaniya mirovî, sînorekê ji dagîrkiriya Tirkiyê û têkdana şûnwarên Efrînê re deynin û wan şûnwaran biparêzin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê bang li rêxistinên navdewletî, kesayetî û akademiyên cîhanê yên girîngiyê didin çanda gelan û şaristaniya mirovî, sînorekê ji dagîrkiriya Tirkiyê û têkdana şûnwarên Efrînê re deynin û wan şûnwaran biparêzin.

Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, zanyariyên ji Efrînê tên diyar dikin, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve girên şûnwarî yên Efrînê bi wesaitên giran dikolin û li entîke û şûnwaran digerin.

Da zanîn jî, hin wêneyên ji Efrînê derketine diyar dikin, peyker û entîkeyên dîroka wan bi hezaran salan e ji girê birc Ebdalo, girê Eyn Dara, girê Cindirêsê û keleha Horî yên şûwarî hatine derxistin.

girên şûnwarî yên Efrînê ku dîroka wan vedigere bi hezaran salan, ji encama kolandinê hatine wêrankirin û dîroka gelê navçê tê têkdan.

Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Mûzexaneyên Sûriyê Mhemûd Hemûd ji ajansa “SANA” a Sûrî re ragihand, Rêveberiya wan bi rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar re di pêwendiyê de ye û tawanên bi mafê şûnwarên navçeyên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin nîşan didin.

Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bil Keleha Horî, keleha Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron û bi dehan şûnwarên din, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar berî zayînê. Ji wan jî (Girê Eyndara, Girê Cindirêsê, girê Celemê, girê Îska, girê Til Silorê, girê Dêr belûtê, girê Eqreb, girê Firêriyê, girê Turindê, girê dirêj, girê Cûmkê, girê Kîbarê, girê Endîbê, girê Gemrûkê, girê Şorbe, girê Ziravkê, girê Reco, girê Kitix, girê Dirûmiyê, girê Oitmê, girê Dêrsiwanê, girê Cinasê, girê Qeretepe)

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin di 18ê Adara 2018an de, ji bilî kuştin û revandina welatiyên Kurd, dizî û talankirina mal û milkên xelkê, bicihkirina Ereban di cih û malên Kurdan û bicihkirina proseya guhartina demografî li Efrînê, bi awayekî sîstematîk dest bi têkadana cihên dîrokî yên Kurdan û nehîştina nasnameya Kurdbûna Efrînê dikin.

Ji bilî ku di dema êrîşa li ser Efrînê de, gelek cihên dîrokî û şûnarên Efrînê rastî bombebarankirina firokeyên şer yên Tirkiyê hatin, wek girê Eyn Dara ya dîrokî ku dîroka wê vedigere 2 hezar salan berî zayînê û keleha Teqilkê li çiyayê Lêlûn. Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi dehan cihên dîrokî, girên dîrokî, mezargehên pîroz û gorên kevnare şikandine û kolane, bi armanca lêgerîna li entîkeyan û têkdana nasnameya Kurdî.  

 

S. B