Mesrûr Barzanî: Hewl didin berî dema yasayî pêkhateya kabîneya nû pêşkêşî Parlemantoyê bikin

Raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Polîtburoya PDKê re ragihand, hewl didin berî dema yasayî lîsta kabîneya nû pêşkêşî Parlemantoyê bikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Polîtburoya PDKê re ragihand, hewl didin berî dema yasayî lîsta kabîneya nû pêşkêşî Parlemantoyê bikin.

Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, post hatine yekalîkirin û tenê C.V a kandîdan werdigirin û guftûgoyê li ser dikin.

Amaje bi wê jî da, pêwîst e aliyên dixwazin beşdarî hikûmetê bibin, kandîdên karibin bibin wezîr pêşkêşî bikin.

Derbarê serdana aliyên siyasî de Mesrûr Barzanî ragihand, di 2 rojên bê de serdana Silêmaniyê dikin û bi aliyan re dicivin.

Mesrûr Barzanî piştî ku roja 11ê Hezîrana 2019an ji aliyê Parlemantoyê ve ji bo pêkanîna kabîneya nehem hat kandîdkirin, roja 12ê Hezîranê jî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat raspardin. Li gor fermana herêmî heyama 30 rojî ji raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nehem re hatiye destnîşankirin.

Îro jî yekem civîna xwe ji bo wê mebestê bi Polîtburoya PDKê re destpê kir û biryar e di 2 rojên bê de serdana Silêmaniyê bike û bi YNK û piştre bi aliyên siyasî yên dixwazin beşdarî kabîneya nû bibib re bicive.

 

 

S. B