Ronîkirinek derbarê dengoya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Derbarê dengoya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê, jêderekî agahdar ragihand, ji dema destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, ji aliyê gelek welatan ve vexwandina serdanê ji Serokwezîr re hatine, di nava wan de jî Tirkiyê ye, lê ta niha ti demek ji bo serdanê nehatiye diyarkirin.
Pêştir hatibû ji aliyê çend medyayên Tirkî û Kurd ve belav kirin ku vexwandin ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hatiye û dê serdana Tirkiyê bike, lê li gor wî jêderê agahdar, vexwandin ji piştî pêkanîna Kabîneya Nehem ve hatiye, lê dema serdana Serokwezîr bo derve nehatiye diyarkirin.
S. B