Aldar Xelîl: Peyamên erênî ji Şamê digihin me

Berpirsê Nivîsgeha Dîplomatîk ya TEV-DEMê Aldar Xelîl ragihand, peyamên erênî ji bo rêxweşkirina danûstandinan ji rêjîma Sûriyê digihîne wan û got, ew bi Rûsyayê re hewl didin fişarê bixin ser rêjîmê ji bo destpêkirina danûstandinan û Rûsya jî bibe gerentîkarê wan danûstandinan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Nivîsgeha Dîplomatîk ya TEV-DEMê Aldar Xelîl ragihand, peyamên erênî ji bo rêxweşkirina danûstandinan ji rêjîma Sûriyê digihîne wan û got, ew bi Rûsyayê re hewl didin fişarê bixin ser rêjîmê ji bo destpêkirina danûstandinan û Rûsya jî bibe gerentîkarê wan danûstandinan.

Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de bi K24ê re ragihand, bersivên ku di riya pêwendiyên wan bi hêzên navdewletî re gihîştine wan, Tirkiye nikare zû bi zû wek Efrînê êrîş bike. Lê di heman demê de gefên Tirkiyê berdewam in.

Li ser avakirina herêma bi ewle got jî: Pêwîst e herêmeke bi ewle bê avakirin, ji bo me ji gefln Tirkiyê biparêze û di bin  çavdêriya Netewên Yekgirtî de be. Tirkiye ne ewlehî û ne aramiyê çê dike. Berî Tirkiye êrîşî Efrînê bike, Efrîn herêma herî bi ewle bû, lê piştî dagîrkirinê, binpêkirinên mirovî ji revandin, zulm û zor û guhartina demografî zêde bûye.

Li ser danûstandinên bi rêjîma Sûriyê û Rûsyayê re got: Hewldan bi Rûsyayê re berdewam in ku ew bikare fişarê bixe ser rêjîma Sûriyê û Rûsya bixwe bibe aliyê gerentîker ji bo hevdîtinên bi Şamê re bipêş bixin. Niha danûstandin bi Şamê re dest pê nekirine, lê peyamên ku ji Şamê tên xuya dikin ku Şam jî bi erênî dibîne gavin werin avêtin.

Li ser teqînên ku li vê dawiyê li Minbic û Hesekê rû dane û hêzên Amerîkî armanc girtine, Aldar Xelîl got: Piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî, DAIŞ bi ber bi dawiyê ve diçe û avakirina herêma bi ewle ket rojevê. Destê MÎtê Tirkiyê di nava DAIŞ û Nusrayê de de dirêj e, her çi di ragihandinê de DAIŞ lixwe bigire jî, aliyê dixwaze tevliheviyê çê bike û bandore li biryara Amerîkî bike, Tirkiye ye, MÎTa Tirkiyê rênimayên wiha dide DAIŞê. Tirkiye dibêje, ev dever ne aram û ewle ye, rê bidin min ez wê herêmê biparêzim.

Li ser yekrêzî û yekxistina navmala Kurdî, Aldar Xelîl got: Destpêxeriyek ji aliyê KNKê ve heye, me jî bersiva erênî da, lê hîna partiyên din û ENKSê bersiva KNKê nedane. Herêma Kurdistanê dikare roleke erênî bibîne ji bo nêzîkirina di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de çê bibe.

 

 

S. B