Hadî Amirî: Hebûna Pêşmerge li navçeyên pirsgirêk li ser in pewîtî ye

Serokê Hevpeymaniya Fetih a Iraqî û Sekreterê Giştî yê rêxistina Bedir a Heşda Şeibî Hadî Amirî hebûna Pêşmerge li hin navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi pêwîst dizane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hevpeymaniya Fetih a Iraqî û Sekreterê Giştî yê rêxistina Bedir a Heşda Şeibî Hadî Amirî hebûna Pêşmerge li hin navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi pêwîst dizane.

Hadî Amirî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, hebûna Pêşmerge li hin navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêwîstî ye.

Li ser Heşda Şeibî got: “Bi wê yekê re ne ku Heşda Şeibî wek hêzên din ên ewlehiyê di bin fermandariya Wezareta Bergîriyê de be, lê divê mafên wê wek hemû dezgehên ewlehiyê bên dayîn.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, Pêşmerge ji beşek ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vekişiya û ev yekem car e serkirdeyekî Heşda Şeibî hebûna Pêşmerge li hin navçeyên Kurdistanî bi pêwîst dizane.

 

S. B