Bi dehan malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyan

Rêveberiya Xweser belav kir, bi sedema bombebarana artêşa Tirkiyê, bi dehan malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser belav kir, bi sedema bombebarana artêşa Tirkiyê, bi dehan malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyane.

Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangewaziyek arasteyî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Komkara Erebî û hemû rêxistinên mirovî kir, ku artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve êrîşî kampa Eyn Îsayê ya bi hezaran malbatên DAIŞê tê ne kir û hejmarek ji wan reviyan.

Herwiha Rêveberiya Xweser daxwaz ji wan kir, ew bi berpirsatiya xwe rabin û bilez destêwerdanê bikin, ta rê li ber karesatekê bigirin, ku dê bandora wê ne tenê li ser Sûriyê hebe, belkû dê li ser hemû aliyan hebe.

 

S. B