Firokeyên Tirkiyê gundekî Berwarê Bala bombebaran dikin

Şeva bûrî firokeyên şer ên Tirkiyê gundekî devera Berwarê Bala bombebaran kir û 3 xaniyên welatiyan armanc kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî firokeyên şer ên Tirkiyê gundekî devera Berwarê Bala bombebaran kir û 3 xaniyên welatiyan armanc kirin.

Peyamnêrê K24ê li navçeyê da zanîn, derengê şeva bûrî firokeyên şer ên Tirkiyê bi bihaneya hebûna gerîlayên PKKê li gundê Dîşîşê yê devera Berwarê Bala bombebaran kir.

Peyamnêrê da zanîn, di bombebaranê de 3 xaniyên welatiyan hatin armanckirin û ziyanên mezin ên malî gihîştin xelkê wî gundî.

 

 

S. B