Nêçîrvan Barzanî: Bi Tirkiye û cîranan re xwazyarê pêwendiyên baş in

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di dema pêşwazîkirina li Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Unal û şanda pê re ragihand, Herêma Kurdistanê berdewam dixwaze xwedî pêwendiyên baş be li gel cîranên xwe û bi taybet jî Tirkiye, ku di demên zehmet de alîkar û piştevanê herêma Kurdistanê bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di dema pêşwazîkirina li Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Unal û şanda pê re ragihand, Herêma Kurdistanê berdewam dixwaze xwedî pêwendiyên baş be li gel cîranên xwe û bi taybet jî Tirkiye, ku di demên zehmet de alîkar û piştevanê herêma Kurdistanê bûye.  

Hevdîtinê de şandeya mêvan keyfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê diyar kirin û pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kirin, ku ji ber namzedê Serokê Herêma Kurdistanê ye û hêvî xwestin ku di demekî nêzîk de kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bê. Herwaha amaje bi peyvendiyên kevin ve yên dostane ên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirin û amadebûna welatê xwe ya ji bo pêşxistina zêdetir a peyvendiyan, di hemû waran de nîşan dan û bi taybet ji warê aborî û bazirganî de.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya serdana şandeya mêvan kir û hêviya serkeftinê ji ber erkê wî yê nû ji Unal re xwast ku wek Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê dest bi kar bûye û diyar kir Herêma Kurdistanê berdewam dixwaze xwedî peyvendiyên baş be li gel cîranên xwe û bi taybet jî Tirkiye, ku di demên zehmet de alîkar û piştevanê Herêma Kurdistanê bûye. Herwaha amadebûna herêma Kurdistanê ya ji bo pêşdebirina zêdetir a pêwendiyên hemû aliyan de û bi taybet jî di warên aborî û bazirganî de diyar kir.

Di beşeke din ê axaftina xwe de jî Barzanî behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir ku vê dawiyê li gel serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çend pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser dibin û ji bo çareseriya pirsên din jî amadebûna Herêma Kurdistanê ya ji bo destpêkirina dîalogên cidî nîşan da. Herwah rola welatên dost a di vê derbarê de jî wek pêwîstiyekê zanî.

Guftûgokirina rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û çend babetên girêdayî bi pêwendiyên dualî jî aliyekî din ê hevdîtinê bûn.