berî 49 salan Şoreşa Îlonê ya Kurdistanê Bexda neçar kir li mafê Kurd mikur bê

49 sal bi ser rêkeftina 11ê Adara 1970î re derbas dibe, ku yek ji bûyerên girîng ên dîroka sedsala bîstem a li Başûrê Kurdistanê ye, bo yekem car di dîroka Kurd de bi rêkeftineke fermî di navbera dagîrkeran û tevgera rizgarîxwaz a Kurd de dan bi çend mafên girîng ên Kurd mikur tê dayîn. Heger çi ew rêkeftin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nayê bicihkirin, lê wek destkefteke mezin di dîroka Kurdî hatiye tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xebat û berxwedana çendîn salan a Mela Mistefa Barzanî û rêbertîkirina Şoreşa Îlonê, hikûmeta Iraqê ya wê demê neçar kir ku vê rêkeftina dîrokî bi Kurd re îmze bike.

Rêkeftina 11 Adara sala 1970ê yek ji bûyerên girîng ên di dîroka sedsala bîstan de bû li Başûrê Kurdistanê, ku ji bo yekem car rêkeftinek di navbera dagîkeran û tevgera azadîxwaz a Kurd de li dan bi çend mafên girîng, dîrokî û neteweyî hat dayîn, ku ti rêkeftinekê di dîroka Kurdî de nekarî wiha bi ronî mafê Kurd biçespîne.

Rêkeftinê nêzîkî du salan ji guftûgoyan di navbera serkirdatiya siyasî ya Kurd û hikûmeta Iraqê de ber xwe da. Rêkeftin ji 15 xalan pêk hat û li meydaneke bajarê Bexdayê bi amadebûna serokê wê demê yê Iraqê û Serok Barzanî û Îdrîs Barzanî û şanda danûstandkar ya her du aliyan hat aşkerekirin.

Her çend e ew rêkeftin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehat cibicîkirin, lê wek destkefteke mezin û rojeke dîrokî hat tomarkirin.

Barzanî ti carî amade nebû biçe Bexdayê, belkû berpirsên hikûmeta Beis a Iraqê û dihatin baregeha serkidatiya şoreşê li navçeyên azadkirî.

Karîzmaya Mela Mistefa Barzanî hîşt ku, naveroka wê rêkeftinê ji bilî Serokomarê Iraqê û Serokê Encûmena Serkirdatiya Şoreşê ya Iraqê ku Ehmed Hesen Bekir bû, ji aliyê ti kesekî din ve neye xwendin.

S. B