Taşçier: 70 partî û saziyên Kurdî bo yekîtiya netewî li Hewlêrê dicivin

70 nûnerên partî û saziyên Kurdî ji bo Yekîtiya Netewî, li Herêma Kurdistanê kom dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

70 nûnerên partî û saziyên Kurdî ji bo Yekîtiya Netewî, li Herêma Kurdistanê kom dibin.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re eşkere kir, ji hemû perçeyên Kurdistanê, ji her partî û saziyeke Kurdî nûnerek, bi giştî 70 kes dê di demek nêzîk de li Herêma Kurdistanê ji bo Yekîtiya Netewî kom bibin.

Parlementerê HDPê dibêje, ti partî û aliyekî Kurdî li dijî yekrêziya nav mala Kurdî nîn in û ji bo yekîtiya netewî şert û merc guncav in.

Diyar dike jî, armanca wan ew e, Yekîtiya Netewî veguherînin Kongreya Netewî ya Kurdan.

Kongreya Neteweyî ya Kurd, cara yekemîn di sala 2013'an de li Hewlêrê bi beşdariya 39 partî û rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê, gavên wê yên destpêkê hatibûn avêtin.

 

S. B