YNK ronîkirinekê derbarê girêdana kongreya xwe dide

Endamekî Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê girêdana kongreya partiya xwe de radigihîne, karên kongreyê temam bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê girêdana kongreya partiya xwe de radigihîne, karên kongreyê temam bûne.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hilbijartina nûnerên komîteyan ji bo konferansa melbendan destpê kiriye û dusibe bidawî dibe, divê beşdarbûyên kongre li gor peyrewa navxwe, nabe ji hezar kesî derbas bike.

Seidî Pîre Got: Ji aliyê hunerî ve, karên kongreyê temam bûne. Ev yekem kongreya ji piştî koça dawiyê ya Mam Celal e tê girêdan, demeke dirêj e YNKê kongreya xwe girê nedaye.

Amaje bi wê jî kir, girêdana kongreyê ne armanc e, belkû amrazek e bo nûkirina serkirdeyê, bernameya siyasî û hikûmraniya YNKê.

Derbarê rewşa niha ya Iraqê de, Seidî Pîre got: Rewşa niha ya Iraqê gelekî aloz e, lê me nedît ku di hemû xwepêşandanan de kesek li dijî Herêma Kurdistan diaxive wek hin serkirdeyên Iraqê. Kolana Iraqê li dijî awayê hikumraniyê û nebûna xizmetguzariya li bajarên Iraqê ye.

 

S. B