Kurdistan24 zehmetiyên kolberên Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide

Ji ber barîna berfeke zêde li sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, çûnûhatina hêzên çekdar ên Îranê asteng bû û vê yekê kir ku karê kolberiyê zêde bibe. Bo cara yekem jî kamîreya K24ê li gundên Rojhilatê Kurdistanê dijwarî û zehmetiyên karê kolberiyê yê ji bo peydakirina pariyeke nan tomar bike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber barîna berfeke zêde li sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, çûnûhatina hêzên çekdar ên Îranê asteng bû û vê yekê kir ku karê kolberiyê zêde bibe. Bo cara yekem jî kamîreya K24ê li gundên Rojhilatê Kurdistanê dijwarî û zehmetiyên karê kolberiyê yê ji bo peydakirina pariyeke nan tomar bike.

Di sermaya Zivistana îsal de û di nava berf û baranê de, kolberên Rojhilatê Kurdistanê ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê û birina pariyeke nan ser sifra malên xwe, di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê diçin û tên.

Yek ji zehmetirîn riyên karê kalberiyê li sînorê navçeya Hewranê ye. Kolberên vê navçê demjimêr 2 şevê ji mal derdikevin û di bin berf û baranê de bi ser çiyan dikevin û gundên Başûrê Kurdistanê 30 – 40 k.g li kolên xwe dikin û zêdetir ji 10 demjimêran di çiyayên bi heldêr û geliyan re derbas dibin û barên xwe digihînin aliyê Rojhilatê Kurdistanê.

Kolberek ji K24ê re axivî û got: “Rojekê diçim koberiyê û rojekê naçim, 30 – 35 kîloyan li kolên xwe bar dikin. Kolber dikeve xwarê û dest û lingên wî dişike, em ji bo pariyê vê zehmetiyê dikişînin.”

Di navbera 2 hezar ta 4 hezar kolber li vî sînorî kar dikin û di navbera 500 ta hezar xwedê otombîl jî ku kolberan dibin û tîninm dahata wan li ser vî karê kolberiyê ye.

Berf û qeşa karê kolberiyê zehmet kiriye û gelek kes li van çiya û geliyan rastî şikandina dest û lingan tên, lê berfê ta astekî metirsiya hêzên çekdar ên Îranê li ser kolberan kêm kiriye, ji ber ku di rewşa berf sermê de ew ji baregehên xwe nayin der.

Şofêrekî kolber û baran vediguhêze dibêje: “4 ta 5 hezar malbat li ser vî karê kolberiyê dijî. Rojê hezar ta 2 hezar kes tê karê kolberiyê. Bi havînan karê kolberiyê kêm dibe û kêm kes tên kolberiyê dikin, ji ber ku hêzên ewlehiyê zêdetir dibin, lê niha berf e û ew kêm derdikevin.”

Tevî soza berpirsên hikûmeta Îranê ji bo çakirina rewşa kar û jiyana kolberan, di sala bûrî de rewşa jiyana kolberan gelekî xirap bû. Ligel rewşa hejariyê li navxweya Îranê, hikûmetê jî piraniya riyên kolberan girtiye û gulebarankirina li kolberan jî her berdewam bûye.

Di sala 2018an 231 kolber û di heyama 2 meh û 10 rojên îsal 2019an de zêdetir ji 50 kolber bi gulebarandina rasterast ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.