Tirkiye: YPG ji bo operasyona Idlibê alîkariya rêjîma Esed dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ji rojnameya New York Times re, li ser rewşa Idlibê gotarek nivîsî ye û têde dibêje: Esed li dijî Idlibê dest bi tevgereke xwînewî kiriye û karesateke mirovî li wir çêdibe.
Mewlûd Çawîşoglu diyar kir, ku Amerîka li Sûryê piştevaniya PKKê û YPGê dike û li gorî raporên li ber destê Tirkiyê hene, Amerîka alîkariyên çek û pereyan radestî PKK û YPGê dike.
Çawîşoglu tekez kir, ku YPG û PKKê ji bo operasyona Idlibê alîkariya rêjîma Esed dikin û gellek çekdarên xwe ji bo vê yekê şandine deverê.
Li ser hevdîtinên Civata Sûrya Demokrat (MSD) li gel rêjîma Sûryê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: YPG û PKK bi navê Hêzên Sûrya Demokrat li gel Şamê hevdîtinan dikin û bizavan dikin li Sûryê cihekî ji xwe re bidest bixin.
Navhatî zelal kir, ku YPG baskê PKKê ye li Sûryê û got: Ti bihaneyek tine ye ku çekdarên YPGê li ser sînorê Tirkiyê çalakiyan bikin û dema wê yekê hatiye ku Amerîka biryarê bide û hevpeymanê xwe yê rastiyane destnîşan bike.
N.O