Nexweşxaneyek li başûrê Hesekê hat teqandin

Çekdarên nenas nexweşxaneyekê li gundekî li başûrê Hesekê ku di destê HSDê de ye diteqînin û wê nexweşxaneyê bi tevahî hildiweşînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên nenas nexweşxaneyekê li gundekî li başûrê Hesekê ku di destê HSDê de ye diteqînin û wê nexweşxaneyê bi tevahî hildiweşînin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên nenas nexweşxaneya Selam li gundê Şêx Ehmed ê ser bi bajarokê Mergede ve bombe kirin û teqandin.

Rewangehê diyar kir, nexweşxane bi tevahî hat hilweşandin, lê ti ziyanên canî nebûn.

Hat ragihandin, pêştir ew rêzek dukanên bazirganiyê bûn, lê piştre ji bo dermankirina nexweş û birîndaran, ew bû nexweşxane. Herwiha dema teqandina nexweşxaneyê jî bijîşk û nexweş li nexweşxaneyê nebûn.

Demek e teqîn çi bi riya bombeyên vedayî yên otombîlên bombekirî li navçeyên di bin kontrola HSDê de tên kirin, roja 18ê vê mehê jî otombîleke bombekirî li nêzîkî peymangeheke rahênankirinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat teqandin û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn canê xwe ji dest dabû.

 

S. B