Serokê Parlemana Iraqê bi pêşniyazekê digihe Hewlêrê

Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî îro serdana Hewlêrê dike û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî îro serdana Hewlêrê dike û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dicive.

Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Seroka Parlemana Kurdistanê Rêwaz Fayiq ve pêşwazî lê hate kirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, Helbûsî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re dicive û pêşniyazek jî bi xwe re aniye.

Amaje bi wê yekê kir jî, Helbûsî li Hewlêrê dirêj nake û diçe Duhokê û beşdariyê di çend çalakiyan de dike.

Serdana Serokê Parlemana Iraqê ji Herêma Kurdistanê re di demekê de ye, duhî Serokomarê Iraqa Federal Berhem Salih serdana Hewlêrê kiribû û bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlemana Kurdistanê re civiyabû û çendîn pirsên girîng ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo kiribûn.

Herwiha sedana Helbûsî di demekê de ye, tevgereke siyasî û dîplomasî ya fereh di navbera şandên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi armanca hevtêgihîştina zêdetir û gihîştina bi çareserkirina pirsa budce û pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û dosyeyên petrol û çendîn pirsên din ên girîng heye.

 

S. B