Şîrînê di şer de çavekî xwe jidest da, lê vîn jidest neda

Keçeke Kobanî bi navê Şîrîn Osman di dema êrîşa DAIŞê li ser Kobanê tevlî şer dibe û çevekî xwe jidest dide. Piştî bidawîbûna şer, Şîrîn vedigere jiyana xwe ya sivîl û karê xwe berdiwam dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Keçeke Kobanî bi navê Şîrîn Osman di dema êrîşa DAIŞê li ser Kobanê tevlî şer dibe û çevekî xwe jidest dide. Piştî bidawîbûna şer, Şîrîn vedigere jiyana xwe ya sivîl û karê xwe berdewam dike.

Dema çekdarên DAIŞê di sala 2014an de êrîşî Kobanê kir, Şîrîn Osman çek hilgirt û tevlî şerê li dijî DAIŞê bû, lê di êrîşeke DAIŞê de Şîrîn birîndar bû û ji bo nexweşxaneyeke Dîlokê hat veguhastin û li wir çareseriya tenduristî jê re hate kirin, di encamê de Şîrîn çavekî xwe jidest da. Piştî çakbûnê Şîrîn careke din vegeriya Kobanê û tevlî şerê rizgarkirina Kobanê bû.

Şîrîn Osman li ser jidestdana çavê xwe ji K24ê re got: “Piştî birîndar bûm, ji bo nexweşxaneyeke Dîlokê hatim veguhastin. Ji min re gotin, ewê çavekî min derxin, ji bo ziyanê negihîne çavê min yê din.”

Piştî bidawîbûna şer, Şîrîn tevî zehmetiyê, bi moraleke bilind vegeriya jiyana xwe ya sivîl. Şîrîn destpêkê kar di Desteya Werzişî de kir û niha jî di Desteya Karûbarên Civakî de kar dike.

Keçaka Kurd Şîrîn Osman dibêje: “Dema mirov diçe şer, hesabê xwe yê her tiştî dike. Niha çar sal bûne û dema mirov bi baweriyekê diçe şer, zû zû ji aliyê derûnî ve mirov têk naçe. Mirov ji xwe de destpê dike û ew jî vînek xurt pêwîst e.”

Şîrîn keçeke bihêz e, bi çavekî pir mezin û kûr li jiyanê dinire, di ber birîndarbûna xwe de ranewstiya, berûvajî wê bi vîneke xurt tevlî jiyanê bû û hewl dide armancên xwe pêk bîne.