ENKS daxwaza dirêjkirina agirbestê dike

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro di daxuyaniyekê de êrîşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve bi tundî şermezar kir û daxwaza dadkirina mîlîşyayên bi Tirkiyê re êrîş dikin li dadgehên navdewletî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro di daxuyaniyekê de êrîşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve bi tundî şermezar kir û daxwaza dadkirina mîlîşyayên bi Tirkiyê re êrîş dikin li dadgehên navdewletî kir.

Sekretariya ENKSê îro di daxuyaniya xwe de ragihand, ji 9ê vê mehê ve û ji encama êrîşa Tirkiyê li ser herêmên Kurdî li rojhilatê Firatê, gelê Kurd û hemû pêkhateyên din di karesateke mirovî de dijîn, ku ji encama vê êrîşê bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne û bi sedhezaran kes koçber û derbider bûne.

ENKS di daxuyaniya xwe di dibêje, tevî şermezarkirina raya giştî ya navdewletî ji vê êrîşê re û daxwaza civaka navdewletî ji bo rawestandina vê êrîşa leşkerî, lê Tirkiyê berdewam bû û jê encamine xirap derketin.

Di daxuyaniyê de hat jî, ev êrîşa Tirkiyê piştî biryara nişkivayî ya Serokê Amerîkî ya vekişandina hemû hêzên xwe ji herêmê hat, ku bi wê yekê rewş zêdetir aloz kir û metirsiyên cidî bi xwe re anîn û ziyan gihande proseya siyasî.

ENKS dibêje, ewê hîştiye ku karesat li ser welatiyan xiraptir bibe, kiryarên mîlîşyayên çekdar yên Tirkiyê bi xwe re anîne ye, wek çawa ew mîlîşya li Efrînê kiryarên kuştinê, dizî û talanê di bin navê dureşmeyên cîhadî û nijadperestî de dikin. Ew mîlîşya îro li ser xwîna Sûriyan dikevin bajarê Serê Kaniyê, bajarê dîrok û aştiyê.

ENKS van kiryaran bi tundî şermezar dike û daxwaza derxistina wan mîlîşyayan û dadkirina wan li dadgehên navdewletî dike. Di heman demê de jî ENKSê pêşwazî li biryara agirbestê dike û daxwaza dirêjkirin û çespandina wê û rawestandina operasyona leşkerî ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî dike. ENKS daxwaza vekirina derfetan pêş danûstandin û dîtina çareseriyên siyasî dike.

Herwiha ENKS daxwaz ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî dike, her karekî bo guhartina demografî red û şermezar bike û daxwaza pêşkêşkirina alîkariyan ji koçber û derbideran û amadekirina zemîneyekê bo vegera wan dike.

Di dema ENKSê daxwaza yekrêzî û parastina aştiya civakî ji hemû pêkhateyên herêmê dike, ENKS daxwaz ji PYDê jî dike berjewendiya gelê Kurd bixe pêş her tiştekî din û şerê PKKê bi Tirkiyê re ji meydana Kurdistana Sûriyê dûr bixe û vegere bijardeya niştimanî û netewî bo parastina ewlehiya gelê Kurd û bicihkirina mafên wî yên netewî di çarçova yekîtiya welêt de.  

 

S. B