Tirkiye: S400 di kontrola me de dibin, Amerika: S400 hebe, Tirkiye tê cezakirin

Endamên Kongreya Amerîkayê yên Komarî û Demokrat ji ber kirîna S400an daxwaza cezakirina Tirkiyê dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê radigihîne: Mûşekên S400 dê di bin kontrola Tirkiyê de û naxin nava sîstemên NATOyê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu dibêje, li gor Amerîkayê mûşekên S400 li ser balafirên F35 gef in. Lê ev yek ne rast e. Ger îdiayên Amerîkayê rast bûya dê teknolojiya S400 bigihişta asta balafirên F35. Çavuşoglu tekez jî kir: Mûşekên S400 dê bi temamî di bin kontrola Tirkiyê de bin û naxin nava sîstemên NATOyê.

Ji aliyê xwe ve, Endamên Kongreya Amerîkayê yên Komarî û Demokrat  ji ber kirîna S400an daxwaza cezakirina Tirkiyê dikin.

Kongreya Amerîkayê ji ber kirîna mûşekên S400an dijî Tirkiyê gavên ser hev diavêje. Kongreya Amerîkayê ji alîkî ve hewl dide rê li ber firotina balafirên F35an a bo Tirkiyê bigre û ji alîkî din ve jî dixwaze Tirkiye ji ber kirîna S400an were cezakirin. Endamên Kongreya Amerîkayê yên Demokrat û Komarî bi proje yasayekê bang li Tirkiyê kirin ko dest ji kirîna mûşekên S400 berde. Eger na,  divê Amerîka Tirkiyê ceza bike. Civata Nûneran a Kongireya Amerîkayê bi projeya yasayeke din jî daxwaz dikin ko belafirên F35 bo Tirkiyê neyên firotin.

 

 

C.B