Serok Barzanî: Em kar ji bo pêkanîna Encûmena Federalî dikin

Serok Barzanî: Em li gel Bexdayê di gotûbêjê de ne, ji bo rastkirina piroseya siyasî, heya ku Iraq karibe ji takrewiyê dûr bibe û heya ku Encûmena Federalî were pêkanîn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serok Mesûd Barzanî, di dema kombûna wî de, li gel kadirên Dezgeha Rewşenbîrî û ragihandin û organên ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, ragihand ku ew li gel Bexdayê di gotûbêjê de ne, ji bo rastkirina piroseya siyasî, heya ku Iraq karibe ji takrewiyê dûr bibe û heya ku Encûmena Federalî were pêkanîn.

Serok Barzanî diyar kir, ku pêwîst e encûmeneke siyasî bilind ji bo pilanên stiratejî bê damezirandin heya ku biryarên giring pêkve ji aliyê pêkhatên Iraqê ve li wê encûmenê bên stendin û Kurd jî têde beşdar bin û takrewî di hukimdariyê de nemîne û binpêkirina destûrê bidawî bê û ti kes û aliyek nikaribe ew tawanên li dijî gelê me hatine kirin dubare bike.

Du civînê de, Serok Barzanî ronî xiste ser biryara gelê Kurdistanê li ser encamdana referandûmê û herwiha rûdanên piştî referandûmê û binpêkirinên destûrî yên Hikûmeta Iraqê li dijî gelê Kurdistanê kirye.

Herwiha li ser rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê, axivî û balkişand ser wê yekê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê, ji bilî hebûna fişarên cor bi cor ên aborî û siyasî, karî dengê yekem li ser astê Kurdistan û Iraqê misoger bike.

Serok Barzanî diyar kir, ku welatiyên Iraqê bi xwe ew kesaana siza dan, ku kiryarên nedestûrî li dijî xelkê Kurdistanê encam dabûn.

Serok Barzanî balkişand ser danûstandinên niha di navbera aliyan de, ji bo pêkanîna Hikûmeta Iraqê û ragihand: Me sê bingeh daniye û pêdagiriyê bi wan dikin ku nabê hukmê takrewî hebe û ji bo rêgirtin li wê yekê, pêwîst e Hikûmet li ser sê bingehên (Şeraketa rastiyane, Lihekirin û Hevsengiya di navbera pêkhatan de bê avakirin.

Derbarê hilbijartinên Kurdistanê jî Serok Barzanî ragihand, ku Partiya Demokrata Kurdistanê bi serbilndî diçê nav hilbijartinan û daxwaz ji kadirên PDK kir, ku bi coş û xiroşiyê xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê amade bikin û got: Pêwîst e hûn bi zimanekî bilind bangeşeya xwe bikin û xwe ji teşhîr û sozên mezin ê bê kirdar dûr bikin. Behsa destkeftên PDK bikin û dest bixin ser kêmaniyan, bi piştevaniya gelê me PDK serkeftineke mezin bi dest ve tîne û Hikûmeteke bihêz pêktîne ku bikaribe çaksaziyên bingehîn bike.

N.O