Çar rêxistinan bı tevî qedexeyê serdana sûrê kirin

Li 6 taxên navçeya Sûr a Diyarbekirê ev çar sal in ku qedexeya têketinê berdewam e. Lê çar saziyên avahîsaziyê yên bajêr bi destûra parêzgeriyê karîn serdana van taxan bikin. Rêveberên sazî û rêxistinan ragihandin ku %90'ê 6 taxên Sûrê hatiye xirabkirin û 40 avahiyên dîrokî ku hatibûn tomarkirin bi temamî hatine hilweşandin.

K24- Amed

Li 6 taxên navçeya Sûr a Diyarbekirê ev çar sal in ku qedexeya têketinê berdewam e. Lê çar saziyên avahîsaziyê yên bajêr bi destûra parêzgeriyê karîn serdana van taxan bikin. Rêveberên sazî û rêxistinan ragihandin ku %90'ê 6 taxên Sûrê hatiye xirabkirin û 40 avahiyên  dîrokî ku hatibûn tomarkirin  bi temamî hatine hilweşandin.

Li navçaya Sûra Diyarbekirê 6 tax bi şer û aloziyên 2015'an re hatin qedexekirin. Bi hezaran aviyên Sûrê hatin hilweşandin, bi dehezaran şêniyan malên xwe bicihêlan. Niha li Sûrê avahiyên nû tên avakirin. Piştî çar salan 4 rêxistinên avahîsaziyê bi destûra parêzgeriyê karîn derbasî nav 6 taxên Sûrê bibin û çavdêriyê bikin. Her çar rêxistinan bi kongreyeke rojnamegerî rapora çavdêriya xwe aşkere kirin. Li gorî ragihandina rêveberên rêxistinan, 49 avahiyên ku hatibûn tomarkirin bi temamî xirab bûne û avahiyên ku nû hatine çêkirin jî ji mîmariya bajêr dûr in. Kolyarnas Nevîn Soyukaya dibêje, makîneyên kar jî gelek ziyan gihandiye avahiyên dîrokî yên Sûrê.

Nevîn Soyukaya –Kolyarnas- got:"Me dîmenên berê û yên niha anîn ber hev û me dît ku % 90'ê 5 taxên Sûrê wêran bûye. Nêzî 50 avahiyên ku hatibûn tomarkirin û 81 avahiyên pêwîstiya wan bi parastinê hebûn jî bi temamî hatibûn rûxandin.  Me dît ku di nava Dêra Katolîk ya Ermenan re rê derbas çêkirine. Lê dûv re xwestine ku ji vê şaşitiyê vegerin û hewşa Dêrê ji nû ve çedikin. Dema ku Sûr nûkirin jî bi me neşêwirîn, me dixwest ku em plan û projeyên li gorî  çand û dîroka Sûrê têxin meriyetê, lê ti pirs ji me nekirin."

Li gorî ragihandina rêveberên jûrên avahîsaziyê, gelek avahî ne bi çavdêriya pisporan hatine rûxandin, gelek kolan û koçe hatine firehkirin û rêyên mezin lê hatine çêkirin û ji ber lêgerîna  xizêneyan zirar gihaye avahiyan. Plansaza Bajêr, Dîlan Kaya jî di şanda ku serdana Sûrê kiribû de cih girt. Dîlan Kaya dibêje; ji bo avakirina cihekê divê zanîst û çanda wê herêmê li ber çavan werin girtin lê nexwest in ku em plansazên vî bajarî di nav xebatan de cih bigirin.

Dîlan Kaya - Plansaza Bajêr- dibêje:"Mekanek bi mirov û çanda xwe hebûna xwe diparêze. Me bi raporan bi awayekî teknîkî li rewşa avahiyan nihêrî, lêbelê divê mirov bizane ku bajêr bi çanda xwe dijîn û divê li gel bajêr ew çand jî were parastin. Mixabin li Sûrê avahî jî xirab kirin û çanda Sûrê jî têkbirin."

Li gorî ragihandina rêveberên sazî û rêxistinên avahîsaziyê , avahiyên ku nû hatine çêkirin jî ne bi kevirê reş ê Diyarbekirê hatine çêkirin û li gel vê yekê bi xirabeyên avahiyan kolan hatine bilindkirin. Rêveberên sazî û rêxistinan bang li rêxsitinên pêwendîdar dikin ku, ji vê şaşitiya ku li Sûrê hatiye kirin vegerin û li gorî nasnameya Sûrê xebat werin kirin.