Li Efrînê grûpeke çekdar kalemêrekî 70 salî kuşt

Li Efrînê grûpeke çekdar bi ser mala kalemêrekî 70 salî di digire, wî kalemêrî dikuje, li hevjîna wî dide û pereyên wan didizin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê grûpeke çekdar bi ser mala kalemêrekî 70 salî di digire, wî kalemêrî dikuje, li hevjîna wî dide û pereyên wan didizin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, şeva bûrî li taxa Eşrefiyê ya Efrînê grûpeke çekdar bi ser mala kalemêrê 70 salî Miheydîn Oso de girt ku ew û hevjîna xwe Horiye Mihemed Bekir bi tenê li malê bûn û çekdaran bi alaveke tûj li ser wî dan û ew kuşt.

Wî jêderî da zanîn jî, çekdaran li hevjîna wî temen mezin jî dan û serî û rûyê birîndar kirin, piştre jî pereyên li malê hebûn ku 100 hezar Lîre bûn diziyan.

ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ji bilî kuştin û revandina welatiyan û destdanîna ser mal û milkên xelkê, gelek caran jî grûpên çekdar bi darê zorê dikevin malên Kurdan li wan didin û pere û zêrên wan didizin.

 

Horiye Mihemed Bekir
Horiye Mihemed Bekir

 

S. B