Nêçîrvan Barzanî pişikdarîyê di korbenda abûrîya Davos dike

Birîyare Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê pişikdarîyê di korbenda abûrîya Davosê bike.

K24- Hewlêr

Birîyare Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê pişikdarîyê di korbenda abûrîya Davosê bike.

Serokê wê korbendê,  Borg Birênda ragehand, tîmeka bihêz ji Rojhelata Navîn pişikdar dibin, di nav wan de jî serokê Herêma Kurdistanê jî heye û behsa rêkarên hêwikirina girjîyên Rojhelata Navîn dikin.

Herweha Donald Tiramp, serokê Emerîka, Engêla Mêrkil, rawêjkara Elmanîya û hejmareka din ji serok û serok wezîrên welatan pişikdar dibin.

Korbenda abûrîya Davos li 21 ta heya 24 evê mehê bi pişikdarîya 3000 serkirde, berpirs  û bazirganan ji 118 welatên cîhanê pişikdar dibin û li Siwîsra birêve diçe.