Arîşeyên cotkarên di navebera Hewlêr û Bexdayê de

Piştî şewitandina zevîyên çandî yên cotkarên Kurd li deverên nakokî li ser, rûberek mezin ji zevîyên çandî bûne rejen û metirsîya wê yekê jî heye cotkarên wan deveran aware û derbider bibin.

K24- Hewlêr

Piştî şewitandina zevîyên çandî yên cotkarên Kurd li deverên nakokî li ser, rûberek mezin ji zevîyên çandî bûne rejen û metirsîya wê yekê jî heye cotkarên wan deveran aware û derbider bibin.

Şendeka Perlemana Kurdistanê çûye Bexdayê û biryare serok wezîrên Îraqê,Adil Ebdûlmehdî bibînin.

Endamekê Perlemana Îraqê dibêje: Bi van nêzîkan serok wezîrê Îraqê fermana xerckirina pereyên cotkaran dide. Hevdem perlemantarekê Îraqî jî aşkera dike ku çend komîteyek dihên pêkanîn bo qerebûkirina cotkarên zîyan pêkevtî.

Arîşeyên cotkarên Kurd tenê bi wê yekê newesta ku pereyên çend salên bûrî nehatine xerckirin, lê gihişte dagîkirina zevîyên wan û şewitandina berhemên çandî li devrên arîşe li ser. Bo çareserkirina van hemû arîşeyan perlemana Kurdistanê, niha şandek hinartîye Bexdayê û hewil dide girentîyê wergire ji serokê hikumeta Îraqê.

Li sinûrê parêzgeha Kerkûkê, tenê di sê rojan de 100 Donim zevîyên çandî hatin şewitandin. Ev pirs jî gehiştîye perlemana Îraqê û wir jî çend komîteyek hatîne pêkanîn bo qerbûkirina wan cotkaran.