Sekiretêrê Enîya Yekgirtîya Kurd:Raspartina Mesrûr Barzanî destkevteka neteweyî ya mezine

Dr. Rehîm Ferehmend, sekiretêrê Enîya yekgirtîya Kurd, peyameka pîrozbahîyê arasteyê Mesrûr Barzanî, serok wezîrê raspartî Herêma Kurdistanê kir û dibêje: Hilbijartina we wek serokê hikumeta başûrê Kurdistanê, bi piştîvanî û hevdengîya hêz û alîyan cihê dilgermî û bihêzbûna hêvîya neteweya me ye

K24- Hewlêr

Dr. Rehîm Ferehmend, sekiretêrê Enîya yekgirtîya Kurd, peyameka pîrozbahîyê arasteyê Mesrûr Barzanî, serok wezîrê raspartî Herêma Kurdistanê kir û dibêje: Hilbijartina we wek serokê hikumeta başûrê Kurdistanê, bi piştîvanî û hevdengîya hêz û alîyan cihê dilgermî û bihêzbûna hêvîya neteweya me ye. Ev bûyer bo akincîbûneka zêdetir, hevdenegîyeka neteweyî, yekdestkirina hêz û şîyanên hemû aîyên Başûr, nemaze duristbûna enîyeka hevgirtî li başûrê welatê me, dewstkevteka mezine û ev destkevt bo pişkên din jî hêvîya me ye.

Sekiretêrê Enîya Yekgirtû di peyama xwe de dibêje: Bi bawerîn ku pîrozbahî û dilxweşîya Kurdên rojhilat û parçeyên din ên Kurdistanê  her  bivê arasteyê ye wek neteweyek hewlder bo destvehînana maf û armncên xwe yên rewa û evê yekê bi delîve û qonaxeka giring dizanin bo destkevtîyên ayînde.

Dr. Rehîm Ferehmend, gotîye: Bi vê boneyê, Em li benda têkoîşna heweyîne bo pêşxistina yekgirtina nav mala Kurd û geşekirina kertên abûrî û civakî û jîyana xelkên xweragir û demukratxwazên başûr.

Sekiretêrê Enîya Yekgirtû di dirêjeya peyama xwe de dibêje: Neyar û dijminên Kurdistanê, çi di hindûr de bin yan derve, li benda wê yekê ne kêmasî û delîveya vebînin bo ji navbirina vîyana  gelê me lew erk û hoşyarîya heweyên rêzdar divê rewşa nasik de ku berekanê û xebata Kurd bidawîhatinê bi dabeşbûn, parçebûnê  û gehiştin bi kîyan û yekgrtina giştgîrîya neteweyî ji hemû deman giringtire û dibe sedema asoyeka berfirehtir bo ayînde, ji bo kû gelê Kurd bi vîyan ve li benda jêhatîyên hewe ye û hêvîdar û bi bawerîn hun wan dilsar nikin.