Encama vekolînê li bakur: Bingeha alozî û arîşeyan neçareseriya Rastiya Kurd e

Di encama Vekolînekê ya 4 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê de: Sedema hemû arêşeyên bingehîn ên Tirkiyê, ne çareserkirina Pirsa Kurd e

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama Vekolînekê ya 4 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê de: Sedema hemû arêşeyên bingehîn ên Tirkiyê, ne çareserkirina Pirsa Kurd e. 

Li gor Navenda Vekolîna Meydana Siyasi û Civakî ya Diyarbekirê, li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê civak dixwaze pirsa Kurd were çareser kirin.

Navenda vekolina Civakî sedema qerana aborî ya Tirkiyê bi pirsa Kurd ve girê didin ku hikûmet çareser nake.

Di vekolînê de tê dîyar kirin: Civaka Bajarên Diyarbekir, Batman, Wan û Mêrdînê, daxwaza wan ya sereke çareseriya Pirsa Kurd e ku qêyranên aborî jî, ji ber xercê şer derdikeve hole.

Navenda Vekolîna Meydana Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê: Li her bajarekê li gel 500 Xezanên sade û ligel bi hezaran welatiyan axifîne, ku daxwaza hemû rawestandina şer bû ye û destpêkirina pêvajoya aştiyê kirin e.

Li gorî vekolînê pirsa sedemên qerana aborî wek mezintirîn arêşe hatiye destnişan kirin, ku rêjeya wê ji sedî 56e.

Her wiha rêjeya bêkariya welat jî, bi sedemên şer û siyaseta dewletê ya li hemberi Kurdan ve girê didin, ku rêjeya wê ji sedî 20 e.

Siyaseta Hikumeta Tirkiyê ya Aborî jî bi pirsa Kurd ve tê girêdan ku li bajarên Bakurê Kurdistanê, bi heceta Şer rewşaek awirt re berdewam dike.

Her wiha di encama vekolînên li gel civaka 4 bajaran de, sedema qêrana sîyasî bi sistema nû ya serokkomariyê ve girê diden ku nikare arêşan çareser bike û demokrasiyê bi pêş bixe.

Lİ gorî vekolina Siyasî û Civakî pirsa Temaşekirina Televizyonan jî nîşan da ye ku sedî 85 televizyonan temaşe dikin.

Ji van sedî 45 nûçeyên siyasî, Sedî 14 Rêzefilm, sedî 7 Dekomanter û sedî 5 jî nûçeyên spore sedî 6 jî bernamên şahîyan û muzikê, temaşe dikin.

Di encama Vekolinê de ji sedî 21 civak pirsa Kurd re eleqedare û dizane sedem siyasîye û bawerî bi çareseriya aştîyane heye.

 

 

C.B