Mehmûd Sengawî: Bierebkirineka xirabtir ji dema rijêma Beisê dest pê kirîye

Mehmûd Sengawî, endamê mekteba Sîyasîya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê, ragehand: Bierebkirineka xirabtirji dema rijêma Beisê li sinûrê bajarokê Xaneqîn dest pê kiîrye.

K24-Germîyan

Mehmûd Sengawî, endamê mekteba Sîyasîya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê, ragehand: Bierebkirineka xirabtirji dema rijêma Beisê li sinûrê bajarokê Xaneqîn dest pê kiîrye.

Mehmûd Sengawî, got jî: Piştî bûyerên 16yê Oktoberê, rewşa wan deveran gelek xirab bûye, herweha Heşda Şeibî dexl û danên malbatên Kurd dişewitîne.

Amaje bi wê yekê jî da ku hêzên Îraq û Heşda Şeibî li deverên Kurdistnaê mijûlî talanê ne.

Li ser şewitandina dexl û dan jî ku hinek weha mînak dikin Daiş be, Mehmûd Sengawî, ragehand,  Heşda Şeibî evan karan dikin, çunku tenê dexl û danên Kurd dihên şewitandin. Eger dexl û danên tevaya xelkê hatiban şewitandin, wê çaxê rê hebû mirov bêje Daişe wê karê dike, lê niha na.