Şanda Serbazî ya Amerîkayê û Tirkiyê bo avakirina herêma ewle lêkolîn kirin

Şanda Serbazî ya Amerîkayê, bi rayedarên Tirkiyê re li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina herêma ewle lêkolîn kirin.

K24- Hewlêr

Şanda Serbazî ya Amerîkayê, bi rayedarên Tirkiyê re li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina herêma ewle lêkolîn kirin.

Şanda Serbazî ya Amerîkayê ku di nav Navenda Operasyona Hevbeş de cîh digre, di çarçoveya xebatên avakirina herêma ewle de, li ser sînorê Girê Sipî lêkolîn kirin.

Hat ragihandin, xebatên şand a Amerîkî, di Baregeha Serbazî ya Sînoran de berdewam dikin û seredan di çarçoveya vê xebatê de hatiye encamdan.

Li gor agahiyan, beşek ji şand a Amerîkayê piştî lêkolînan vegeriyane Rihayê, beşek jî, bi armanca berdewamiya gotubêjan, vegeriyaye baregehê serbazî.

Amerîka û Tirkiye di derbarê avakirina herêma ewle de rêkeftibûn. Li gor daxuyaniya rayedaran, Tirkiye dixwaze ji devera Girê Spî û Serêkaniyê destpê bike, ku hejmara niştecihên Ereb li deverê gelek in. 

ji alîyeke dî ve, peyvdarê Wezareta Berevanî yê Amerîkayê ragihand, rêkeftina herêma aram ya di navbeyna wan û Tirkiyê de, dê bi çend qonaxan were bicî kirin.
Ajansa France Press ji zimanê Şon Robêrtson, peyvdarê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê belavkiriye, ku hin prosêsên girêdayi rêkeftina di navbeyna Amerîka û Tirkiyê de ya di derbarê rewşa bakurê rojhilatê Firatê de, dê di demek nêzîk de destpê bikin. Bi gotina wî, cîbicîkirina wê rêkeftinê, dê bi çend qonaxan be.
Robـêrtson got jî, ew niha bijardeyên pêkanîna navenda hemahengiyê digel Enqereyê gotûbêj dikin , û Amerîka amade ye, ku hejmarek ji çalakiyên girêdayî wê rêkeftinê, cîbicî bike.