Karên pêkanîna kabîneya nû di dawiyê de ye

Pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qonaxa dawiyê de ye û aliyên siyasî di nava xwe de guftûgoyan dikin, bo C.V yên kandîdên xwe pêşkêşî raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem Mesrûr Barzanî.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qonaxa dawiyê de ye û aliyên siyasî di nava xwe de guftûgoyan dikin, bo C.V yên kandîdên xwe pêşkêşî raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem Mesrûr Barzanî.

Pêkanîna kabîneya nû di pêngava dawiyê de û di dema bûrî de jî raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem Mesrûr Barzanî serdana partî û aliyên ku biryar dane di hikûmetê de beşdar bin kir, ji bo C.V yên kandîdên xwe bo postên wezarî pêşkêş bikin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser asta Polîtburo û serkirdatiya partiya xwe bi serperiştiya Omer Fetah komîtek ava kiriye.

Yekalîkirina navên kandîdên postên wezarî ji aliyê Tevgera Goranê ve yekalî bûne û tenê maye Civata Niştimanî ya Goranê bicive û biryara dawiyê li ser bide. Ji bo vê mebestê jî, Civata Niştimanî di rojên bê de dicive û C.V yên kandîdên xwe radestî raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem dike.

Mesrûr Barzanî di tevahiya civînên xwe bi aliyên beşdarî hikûmetê dibin re daxwaz kir berî dema diyarkirî pêkhateya kabîneya nû bixin pêş Parlemantoyê. Amaje wê nîşan didin, bi dawiya vê mehê re, aliyên siyasî lîsta dawiyê ya kandîdan pêşkêşî raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bikin.